DEMA KU MERÎ KESAYETÎYA XA, NEPARÊZE NIKARE KESAYETÎYA CİVAKÊ JÎ BIPARÊZE.   

Kesên ku ji te ra rêz nagrin, kesên ku berjewendîyên te naparêzin, kesên ku jîyana te baştir nakin.. Kesên ku çanda me naparêzin û dijitîya parastvanên çanda me dikin, kesên ku rewşa civakê yê baş binpê dikin.. Kesên ku mala/weletê me dagir dikin û gor dilê xa tevdigerin..fb divê em piştgirîya wan kesan û demûdezgehan nekin.

Dema ku me piştgirîya wan kesan kir, em jî dibin dijminê civaka xa, ango dibin dijminê Kurd û Kurdistanê. Erê, jîyanê da ya girîng ew e ku, em çawa tiştên rast  hîn bibin  û dev ji xeletîyan/şaşîyan xa berdin.!

Bila neyê bîra kirin, dîtinên ku îro em diparêzin, qet ji wan yek mijar jî dîtinên me yên, xazayî/natur nînen. Me hemî tişt bi şêweyên cûrbecûr ji derdora xa hu kirîye, ango em ji derdora xa hemî tiştan hîn bûne. Loma divê merî firşikfere/bêhnfere be.. Diwê merî Ji qal-qirê dûr be, gor derfetên xa wekî merîyekî/mirovekî ku hê nû ji dîya xa bûye hevdu guhdarî bike..

Em herdem dibêjin; Dewletan civak wusa perwerde kirîne.. Rast e lê, dema ku em dixazin rewşa civak û desthelatan da guhartin çê bibe; Divê em ji xa da destpêbikin, ango em vegerin xa..

Bila neyê bîra kirin; merî desthelatan rêva dibin, ango ew in desthelat.!

__

Ez vî derdî ji kê ra bejim?

Derdêm pirin ketine ser hev,

Birînêm kûrin nayêne hev,

Xelaz nabin jimara dev,

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Xirav kirin gund û bajar,

Wan em hiştin hêsir-hejar,

Mêtin xûna meye nejar,

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Talan kirin hebûna me,

Em derxistain ji mala me,

Kuştin zar û zêrçê me,

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Em kirine dijmin zarî,

Rojê li me dike tarî,

Me dukuje bi xedarî,

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Ev derdekî bê dermane,

Bê hekîmî, bê loxmane,

Ewî derdî, dinya zane,

Ez vî derdî kêra bêjim?!

Sedsalanva em bindestin,

Ne azane, ne serbestin,

Eme her tim, helwest, hestin,

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Dijmin duxe me wek zîya,

Gel bela kir, li her çîya,

Hêsîr maye, li ser rîya

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Kurd kirine nav zulmeda,

Nava qetlê û qireda,

Bela bûne nav dinêda Ez vî derdî, kêra bêjim?! (Hesenê Hecîsilêman.  Riataza) 

Yorum bırakın